Zimanzan û akademîsyenê Kurd : Qanatê Kurdo

Zimanzan û akademîsyenê Kurd : Qanatê Kurdo
31
13 Mart 2019 - 13:00

Zimanzan û akademîsyenê Kurd ê ku di warê zimanê Kurdî û dîroka wêjeya Kurdî de gelek xebatên hêja kirine û li dû vê yekê jî payeya profesorîyê wergirtiye.

Qanatê Kurdoyê ji Kurdên Êzdî yên Serhedê di 1909’an de li gundê Sûsizê yê nêzîkî Dîgora Qersê ji dayîk bûye. Malbata Kurdo ji ber komelkujîyên li ser Kurdên Êzdî û Ermenîyan di 1918’an de ji warê dê û pîrên xwe bar kiriye û çûye Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê û akincî bûye. Malbat pêşî çûye Ermenistanê, paşê derbasî Gurcistanê bûye. Kurdo di 1921’ê de di dibistana Kurdî ya li ser navê Hakop Xazaryan de dest bi xwendin û nivîsîna Kurdî kiriye, di 1928’an de tevî heşt xwendekarên Kurd çûye Lênîngradê û di Peymangeha Zehmetkêşên Rojhilat de li ber destê rojhilatzanên navdar Frêmen û Orbêlî perwerde bûye û dest bi nivîsîna berhemên zanistî yên li ser ziman û wêjeya Kurdî kiriye.

Kurdo di 1934’an de li Yêrêvana paytexta Ermenistanê beşdarî Konferansa Pêşîn a Kurdzanîyê bûye. Di 1941’ê de bawernameya doktoraya zimanzanîyê wergirtiye. Di navbera 1943’yan û 1945’an de wekî efser di nava refên Artêşa Sor a Sovyetê de li dijî Nazîyan şer kiriye. Piştî ku şer kuta bûye, vegerîyaye ser karên xwe yên zanistî.

Kurdo di 1960’î de di Enstîtuya Rojhilatzanîyê ya Dewletê ya li Lênîngradê de şûna Orbêlî girtiye û bûye serok û 25 salan li ser vî postî maye.

Tarîxa Edebîyata Kurdî yek ji berfirehtirîn berhemên Kurdo ye, her wiha wî Ferhenga Kurdî-Rûsî amade kiriye û weşandiye, Rêzimana Zimanê Kurdî û Beranberkirina Rêzimanên Dîalêkta Kurdî û gelek berhemên mayîn nivîsîne û, pê re jî, bîrhatîyên xwe bi navê Bîranîna Kurdê Bextewar.

Qanatê Kurdo di 31’ê Kewçêra 1985’an de li Lênîngradê koça dawîkiriye û li wir hatiye veşartin.

# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
Hava durumu
-
-
-
Nem Oranı: -
Basınç: -
Rüzgar Hızı: -
Rüzgar Yönü: -

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları RHA`na aittir, haberleri kopyalamayınız.