Temellî: Her ku hûn derewan dikin,hûn rezîltir dibin

Temellî: Her ku hûn derewan dikin,hûn rezîltir dibin
44
18 Mart 2019 - 2:14

Hevserokê giştî ê HDPê Sezaî Temellî di derbarê ew gotinên wekî “HDP dê Stenbol û Enqerê birêve bibe“ yên di hin saziyên çapemeniyê de cih girtîbûn de axaft. Temellî got ku “Ez ê derewên we rast bikim. Her ku hûn derewan bikin hûn dê bêtir rezîl bibin. Ev gel dê we her rezîl bike. Lê belê hûn ê bibêjin ev çapemeniya çawa bû makîneya derewan? Bêguman ev yek dê bibe.

Bankeya Zîraatê kredîyên ku peyda kiribûn bi van nûçeyan dide. Em jî bibêjin ku, te yê wê krediyê, ku mafê cotkaran e, panot bi panot bidî. Serokê Bankeya Zîraatê jî wiha bersîv dide; diravên me hebû me da. Heya ku we ew dirava da wan kesan, we bida cotkaran, gundiyan ku gelê me neketiba tunnebûne. Belê, em ê li hemberî wan stûyê xwe netewînin. Hîç xem nekin, hêvîya xwe winda nekin. Ew ê bi şerma van derew û rezîltiyan bijîn. Lê belê em ê li ber edaletê heqê hemû van kiryarên wan bipirsin.”

Herhewa Temellî axaftina xwe wiha domand “ Ew wisa dizanin ku darêzgeriye her bi vî rengî berdevam bike. Em baş dizanin ku li mehkemeyan de dadmendî nîn e. Lê belê dadmendî teqes dê vegere li salonên mehkemeyan. Darêzgerî dê serbixwe, layennegir be. Ew welata dê edaletê bidest bixe. Em ê dewleta hikûkî biafirînin. Em ê raseriya hikûkê saz bikin, em ê dabeşbûna hêzan biafirînin. Belê, wê demê hemû hevalên me dê cardin azad bin, hemû sûcdar jî dê li ber edaletê hesawê kiryarên xwe bidin.”

# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
# TAKIMLAR O AV P
Hava durumu
-
-
-
Nem Oranı: -
Basınç: -
Rüzgar Hızı: -
Rüzgar Yönü: -

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları RHA`na aittir, haberleri kopyalamayınız.